Hawara Tawisî meleke

Drucken

Hawara Tawisî meleke

 

Ber dewamiya gota Sêx Khalaf li ser Taus-ai-Melek die hêjimara 2duwemînde,

 

      Ji bo ci --- ev bêbexitîya di der heqê Taus î Melek de ! di zemanê kevinde berberî Qeyîs û berberî di nava Însanan de heboye. ji mirina Qabîl bi destê brayê xwe habîl de ,-di wê demê de hê Însan tunebû jî -

Die Dîrokêde xûya dibe ezibeta ezibet wendakirine,karmendê dewletê jê din rûxandine ta bigîya Olan jî hev û dinê  tûne kirine ! û her gav jî ye wê yê dinê tûne bike ! gelek caran jî Pût parêzî boye sedemên serrên giran .

 

Nemûnek  : di sala 1765 yê ji berî heyanê serrek di nav bera Kosîyan û hittîyan de li ser  Pûte Merdox cêbû . di hêla dinê de  Yunan sê caran  ji bona   belav kirina Ola cihuyan  êrisî ser Kurdistanê kir .Di nava gelê kurd de ,di wê demê de bîr û bawerîya gel li hêla roj hilat  Zerdestîyet bû û li hêla rojavayê kurdistanê  Ola kevin ya Êzî bû .herdû Oli jî yên Ezidhî bûn . Serrê sêyemin bi destê  Îskenderê Mekdonî li sala 331 ji berî hiyanê ,wekî nîvekî kurdistanê hate zeft kirin û wekî sed salî di bin destê yunande ma .

 

li pistî zayina  Îsa  û destpêka Diroka ch. dîsa gelek serr û ceng  di nav bera Chritana û Ezidahîyan de  hate li dargirtin .

di dewleta Romê û bizentan de  ta bi dem Xac parêsîyê .Cihuya Îsa nepijrand  û  Îsa pêxember li carmixê xistin. li pistî wê cuhu ji felestîne sirgûn kirin .

 

di sed sala 7 tande  ola îslamî hate holê.Pêxember got ev ola herî pasine,û di cîhanê de ya Pîroze. û got Xwedê cîhan ji bona xatrê Pexember Mohmad ava kirîye.Sûrê xwe kisandin û ji berîya arabistanê dest bi hêrisan kirin.bi roj avade heyanî bi êspanîya hatin.û bi roj hilat de ta bi hindê hatin.bi destê zorê ev ola xwe di nava gelande belav kirin.yê ko bawerîya xwe pê nedianî ,ji wanre digotin kafir ,dibê ewa batana kûstin ,an jê misilman bûna..lê belê li pêsiya sêsed heftan de di roj hilata navînde tû kesî bî bîr û bawerî di rojhilata navînde tunebû.lê mesele ne Ol bû bi xwe  ereban Ol ji bona meiwa xwe bi rêve bir  û bi kar anîn.ta bi roja îrojî cihê sorê wan gehîstê wêran dikin.,serre bi socologî bi wanre dikirin ,bi^ezidahîyan re gotin kafir û hemmo tistên nebas li ser Taus î melek nivîsanden û belav kirin.Serê gelê xwe bi tistên nerast dagirtin û neyartî xistna nava gel û malbetan.da kû karibin gel tûne bikin.

 

Gotin „ Wekî  di kitabên olî de tê nivîsandin   Încîl Tewrat û quran  . Afsanek bi kar anîn  .ji kerb û kîneka  bi xezeb ji bo tûne kirina  vî gelê me   weha gotin : „ Xwedawend Adem ji xalîyê cêkir , û rih pêde berda .gazî miliyaketan kir ,û ji wan re got divê hûn ji adem re  nimêjê bikin  .dibêjin  ses  melekan nimêj kir lê belê Tawisî melek ne kir û li ber emr û fermanên xwedê asê bû,ji ber wê yekê xwedê ewa ji dîwana xwe avêt ,û ew navê cewte danî ser wî ,û boye xwedayê ser û cepaliyê. „ 

bi rastî ev cêroka nakevine  serê tu kasî .ji ber kû gozinên xwe hev û dinê nagrin û li dijê hev û dinê der dikevin ,di her sê kitaban de dibêjin Xwedawend gotiye  „ ew kesê ji xeyrî min re nimêjike ew kafire, „ hicar gelo ma xweda weke ev di virde dibêjin  û di virde tê nîsan dan ,eceba ewqas nezane .nizane berê ci gotîye ,anjî sasibûnek kirîye ! An jî Kitabê wan ja nerastin û dubendî têde hene !

 

Miliyaket ya ji nûr û hêza xwedê ne ,û adem jî  ji axê agir ,avê û bayî cêboye ,wî xwarîye vexarîye,zewicîye û mirîye.gelo ma vîya cewa tête bawerkirin ,ko nûra xwedê wê ji vî kesî re nimêjê bike .bi dîtina min vîya bêbexitîyeka gelekî ya mezine di der heqê xwedêde cêboye û gel pê hatîye xopan din.

Ya dîn li gor bêbexitîyen wan  dibêjin : „   „ jê derê seraye li dinyayê.

 

Ka em pirs bikin  ? Her rih li berek wê bimre û vê pirs wê bice bihistê  .wê roja hesabî  bêj ne xwedê :“ Ya xwedê te xêr da me ,me xêr kir  . Ser me nekirîye  vîyê dinê ( Tistê dinê ) kirîye, here hesabê ser bi wîre bike ! „

Gelo  ! hasî xwedê eceba yî dîne wê here yek kesî ji ber qewmekî ve bide hesabî  û bavêje dujayê .gelo ma viya qebûl dike ,viya kifre di derheqê xwedê de hatîye gotin û gel pê hatine xupandin .

 

Li gorî dîtina Êzidîyan  li ser xêr û ser wisa hatîye gotin . „ xêr û ser herdû di hûndirê însanan de peyda dibe , Aqil û rih ji boyê xêrê ne ,dil û nefis ji bona serê ne.  Demîr û wijidan kirîye wekî dozigar ( hakim ) ,mêzîn û feriz ya di destê wî deye dipîve ,kîjan base û kîjan xirabe !  dil û nefes her tistî dixwazin ,lê belê aqil û rih dibêjin , viya dibe û viya jî nabe .!  di qewlî axiretê de i di nav benda dil,aqil ziman û nefsê de got û bêj cêdibe.

 

 „ Hicî hukum kirî li zimanî wî borî be li ber xûdanî

,wekî cel cele û micade hilanî.

 

Hy zimano li sotine ,xebereka wiha ne ya gotinê,

Bo ci derdixê rûyê dine.

 

Cav gazîyê bilinde ,dil xundkare di binde,

cav dibîne dil dixwaze ,ziman dibê bîne bi minde,

 

heyi zimano xazîya min tu brîbîya ji binde.

Ziman dibêje dilo ezî delalim ,

heger ji bate ne xuluqe û netê bamin ,

ez percîme ki ker yî lalim . „     

 

Ev hev peyvîna gerim di nav bera dil ,nefise û ziman de dide xuya kirin wekî hemo qencî yan xirabî di hundirê mirovan de tê payda kirin . ne ji derive ,ji jîyan û tev gera însanan ,tête xuluq kirin .ji berîya ew jê derê  ,xêr nexa ji rastîyê direvin û hemo serî dixine serê tawisî melek,

ewa bas dizanin jê tawisî melek miliaketê herî mezine,û yê herî ji xwedê yî nêzîke ! li ser her bosteka erde tawisî melek ji bona xwede îbadet kirîye. Û her wah jî li ezimana tawisî melek li hemo cîyan îbadet jî Ezidahê mezine dike..

 

Nivîskar : Sêx Khalaf  ( berdewamîya vê gotine di hêjimara caran de tête nivîsan din  )

Copyright 2011 Hawara Tawisî meleke. Avêsta Êzdiyan
Template Joomla 1.7 by Wordpress themes free