Qewlê Sêxûbekir (2)

Drucken

Kengê bê mizgîn e
Coqê tu rave rihîn e
Telebê gelîyê Lalisê yî sîn e

Kengê qalibî kar kir
Sîtil mermer xwe sîxadî bar kir
Dilê edeba san û sa kir

Me bîca,me bîcoq e
Mîrê mezin hildabû toq e
Dilê edeba san û soq e

Me dîharê vê buhu· tê
Çi dîndareke li me xwe· tê
Çi cindî bû libsê res lê

Gelî yara,wel xeber
Buhustê geriyame yek ser
Quba keske herê bi zer

Quba keske herê bi zer in
Kerameta Melek sîxisin,Melek Ferxedîn

Difiricîm ji qub a ji mêra ji derg a

Difircîm qubê bi nûr
Lalise geliyê bi kûr

Geliyê Lalisê nav e
Zar meda,ruh av e

Sed silavê me silav ê Silava me sival xêr ê
Me ruhê kanîya spî, qalibî lêvê(bijart jê re)

Dilê min ha keser kî
Hesepîrk heta dergê xwe kî
Ya Sultan Êzdîd tu diser,
hazir û gudêra de neder kî

Keser kir resê pîr a
Cew di rewaqê mîr a
Lê sima kir feqîr a

Feqîr me dîtin li mitêc
Tacê holdarê tac û pos
Evê kasê vexwe sed car te nos

Dergê berê wî rohilat ê
Dilê min saya xem tê
Tema·ey Qubildorî kobe next ê

Dergê berê wî Roj ava yê
Xwaziya bihêwriyame nav ê
Yar birê axretê re bikira silav ê

Sed silavê me silav ê
Silava me ji dîwan ê
Bi merberxê,bi îlan ê
Ciyê dandolê den ê

Rewaqê,rewaq ê
Sêsed û sêst û sesfind û beysûs disxulin hew a
Çiqa qubleta mêrê Êzîdî heye,temam ew e

Rêzê stûna derarw a
Ya sîxadî,tu bînaya herdû çav a

sêxsin sêxê sewat ê Go:"Gazî kin,mêrekî al bê, rûnî ser mûsat ê"
semis bang da; go:"Gelî mêra,werne simat ê"

Simat,simata sebûr ê
A bê qale,bê qîr ê
A bê rêye bê bertîl ê
Sidqê sêvîl û delîl ê

Hatime ziyaretî bikim e
Sicudayî ber dibûm e
Her di peyê sîxadî,her di çavê xwe didûm e

Îlahîyo tu mirazê me zû bikî
Xweziya biçûme wan qesra,wan sindirûka
Biwemliyame sivêtê nebûkaSûk,sûka rengalo
Ber diçe birq û birû
Jê diçe find û beysûs

Fikarekê da dimam e
Bîra min cîyê mîr Xidir,lêbê silav e

Wekî mîr xidir mîr bîya
wevil wexîr xebîr bîya
Feha dikim seydê wî nav li mîr e

Feha dikim seydê wî nav li Hemed e
Ya sîxadî,mêr dixwazin rêd a

Mamere·an mêrekî sîyar e
Qamçîyê wî mar e
Pêsberî mêrava kir hinar e

Ay,ay,ay,ay,ay Ay dinalim,ay dinalim ji birîn a
Banga xwe dikim semsê Êzdîn a
ya sîxadî, dergê serfedîn e

Ay dinalim, birîna min ji dil e
Ay dinalim, dawasil e
Banga xwe dikim dergê Fadil e

Ay dinalim,birîna min ji mêlak ê
Dikalim sifaetê, berxê ji ber mak ê
Ya sîxadî,dergê sewak ê(seqet ê)

Copyright 2011 Qewlê Sêxûbekir (2). Avêsta Êzdiyan
Template Joomla 1.7 by Wordpress themes free