Qewlê Sêxûbekir (3)
Borê niga betilîn e
Cindî çûne dîwana mîr hasilîn e
Hasilîn ji qudret ê
Xas natirsin ji hêwet ê
Milkê xasa li baxê cinet ê
Cinete masxur bû
Eyneta deyn nekiri bû
Pistî yarê xweyî gogir bû
Go: Dikim digerîn im sadibim dengê xwe hiltîn im
Ya sultan Êzî, mistaqê teme,
hatime dîndara te bibîn im
Dibîn im wê dîndar ê
Ezim kulîlka serê buhar ê
Yar û birê axretê hatine bazar ê
Bazar dikin ji mir a
Bernedin xinênî fênî îr a
Padsê min xelat kirne miftan û kilîl a
Çi dewrêsekî ha ye
Xilfekî bê guha ye
Horî meleka reng pê da ye
Çi derwêsekî gedahî
Ewî xwesû sayî
Dîwana îlahî
Çi derwêsekî rê bû
Xewasê behrê bû
Mistaqê sultan
Êzî ji wê durê bû
Çi dojeke xedar e
Tijî agir û mar e
Cîyê xelqê selefxurî inkar e
Çi dojeke teng e
Tijî agir û piling e
Cîyê xelqê selefxurî, inkarî leng e
Got: Gelî bira kar kin,neçine wê ye
Kêlendûkê lê hiltê ye
Sibê êvarê risqê xwe ji padsê xwe bibê ye
Xwes erfût Dewrês Adem lê dehirî
Momina dil pê kesirî
Roja axretê heqê wan dest Sultan Êzdî neheqîyê da
Erkano hefî jor e
Go: Sultan Êzî xwendîyê xeta mor e
Go: Sultan Êzdi çi herfe kasa sor e
Sultan Êzî we dibêj e
Anîna dînê xwe diparêze ji çî ye
Çi herfe ji kasa sipî ye
Rîya Sultan Êzî raste,ne nihîn e
Herçiyê ber mala Adîyada kerb û kîn e
Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya berfîn e
Rîya sultan Êzî raste, ne xwar e
Herçiyê ber mala Adîyada kerbû , kîn û qal e
Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya,dîwar e
Rîya Sultan Êzî mezine, ne biçûk e
Herçiyê mala Adîya dilê xweda neke sûk e
Roja axretê ne dibe zava, ne dibe bûk e
Dilê min wê yekê muhtac e
Çi dewrêsekî rewac e
Berkirina sîxadî birq û tac e
sîxadî xerqe li ber kir
Tacekî resî nûranî li ser kir
Hêja feqîra lê sefer kir
Lê seferkir feqîr a
Herçiyê terikandine xinînî fênîyê îr a
Ew jî bûne masxurê mîr a
Padsê min hin mase, hin meda ye sîxisin mistefa ye
Hemû derda bû afa ye
Bû afayê hemû derd a
Herçiyê yar terêqa sîxadî xeberd a
Ajot mezin meydanê, ba melekê serd a
Ajot mezin meydanê, meleka ser e
Herçiyê vî qewlî bê bawar e
Alemetê mala Adîya here, hetanî her e


